Pêşangeha Navneteweyî WinExpo Georgia 2022 li Tbilisi vedibe

2022/06/77777-1654847074.jpg
Прочитано: 1523     14:00     10 Июнь 2022    

Enofil dê bibin xwedîderfet ku vexwarinan tam bikin, bi çêkerên şerabê ra hev bibînin û bi nûbûnên endustriyê ra hevnas bibin.
Pêşangeha çardehemîn ya navneteweyî ya vexwarinên şerabê û alkolê WinExpo Georgia 2022an di 10ê Hezîranê da li Tbîlîsîyê li Navenda Pêşangeha ExpoGeorgiayê tê vekirin.
WinExpo Georgia, li Gurcistanê pêşangeha bazirganîyê ya herî mezin û tekane ye ku ji bo hilberandina vexwarinên şerabê û alkolê hemû hêmanên pêwîst dihên pêşkêşkirin.
Ew amûrên ji bo viticulture û çêkirina şerabê, gubre, şitl, konteyner û materyalên pakkirinê, aksesuar û her wiha gelek xizmetên têkildarî vê pîşesaziyê nîşan dide.
Çalakiya ku Ajansa Şerabê ya Neteweyî ya Gurcistanê jî destekê dide, wê heta 12 'ê Hezîranê her di nav de be.
Di çarçoveya pêşangehê de, ji bo têkiliyên navbera hilberînerên Gurcistanê û îxracatvanên biyanî werin pêşvebirin, forûmeke şerabê tê plankirin. Dê ajanên şerabê, bazirgan, nûnerên otel û xwaringehan, zincîrên navîn û mezin û her wiha nûnerên medyaya navneteweyî jî beşdar bibin.
Hezkiriyên şerabê dê derfeta tamkirina vexwarinan, hevdîtina bi çêkerên şerabê ra û bi nûbûn û nûbûnên li endustrîyê ra hevnas bibin.
Berdêla tevlîbûna çalakiyê GEL 15 e. Ji bo tamandina şerabên ku hatine pêşkêşkirin dê ji hemû mêvanan ra qedehek wekî dîyarîyekê bistînin.
WinExpo Georgia salane bi qasî çend hezar mêvanan dikişîne, ku ji welatên cuda 100 şîrket temsîl dikin û balê dikişînin ser afirandina hawireke xebatê ya serkeftî ji bo hemû beşdar an jî mêvanan.
Di çalakiyê de girîngiya xwe ji bo pîşesaziyê û her wiha girîngiya wê hem ji bo bazara herêmî û hem jî ya navneteweyî hate îsbatkirin.

sputnik-georgia.ru

Тэги:

Pêşangeha Navneteweyî WinExpo Georgia 2022 li Tbilisi vedibe

2022/06/77777-1654847074.jpg
Прочитано: 1524     14:00     10 Июнь 2022    