Îtalya dê ne tenê ji bo EU-yê, di heman demê de piştgirîya beşdarbûna Gurcistanê ya ji bo NATO-yê jî bike

2022/06/54666-1654673467.jpg
Прочитано: 1455     11:00     08 Июнь 2022    

Di pêvajoya tevlîbûna EU û NATO-yê de wê Îtalya piştgiriyê bide Gurcistanê.
Serokê Gurcistanê Salome Zurabishvili piştî hevdîtina bi hempîşeyê xwe yê Îtalî Sergio Matarella re li Romayê ev tişt anî ziman.
Pozicia li ser NATO-yê.
"Ev ji bo Gurcistanê rêyeka alternatîfe, ku îtalya jî dê piştgirîya wê bike- beşdarîya di tatbîkatan da, hevkarîya me ya di misyonên cuda de an jî piştgirîya me ya li NATO-yê. Ev rê ye ku em dizanin Îtalya destekê dide me.”- Zûrabîshvîlî got.
Analîst, wekî qaîdeyekê, Îtalya di nav welatên dijberîya ketina Gurcistanê ya NATO-yê ya bilez da dihesibînin. Îro, Zurabishvili destnîşan kir ku, "zehmetiyên dinyaya nû", rewşa jeopolîtîk diguhere û "Qfqasya wekî vê, û Gurcistanê her ku diçe girîngtir dibe."
Bi cudayî jî serokê Gurcistanê behsa "stratejîya Bare Reş (Black Sea) " kir. Roma di wê baweriyê de ye ku divê ev konsept ji bo parastina aştî û aramiyê were amadekirin ku projeyên hevpar ên li Derya Reş di dema pêş de bi cih werin anîn.

Destlênedana EU

Di nava du hefteyan de wê Îtalya û hemû welatên din ên endamên Yekîtiya Ewropayê biryarê bidin ku gurcistanê ji bo tevlîbûna li nava yekîtiyê statuya namzetiyê bide yan na. Li gorî Zurabishvili, Roma piştgiriyê dide pozîsyona Gurcistanê ku dixwaze bibe "endamekî tam ê Ewropayê."
Zurabishvili got - "Îtalya yek ji welatên Ewropayê ye ku bi xurtî piştgiriyê dide yekparebûna Gurcistanê û di vê rêya zehmet lê gelekî girîng de destekê dide me."
Serokê Gurcistanê di maweya 25 salên dawî de bo cara yekem serdana welatê Îtaliya dike. Di dema rêwîtiyê de tê plankirin ku Zurabîshvîlî bi Serokwezîrê Îtalyayê Marîo Draghî, Seroka Senatoyê Marîa Elîsabeta Albertî-Casellatî, Serokê Odeya Parlamenteran Roberto Fîco û Şaredarê Roma Roberto Gûaltîerî re jî hevdîtinê bike.

apsny.ge

Тэги:

Îtalya dê ne tenê ji bo EU-yê, di heman demê de piştgirîya beşdarbûna Gurcistanê ya ji bo NATO-yê jî bike

2022/06/54666-1654673467.jpg
Прочитано: 1456     11:00     08 Июнь 2022    