Êzdî – miletekî êtnorêlîgîone û tê vê me’nê ku milet û dîn bal êzdiyan bûye yek

2019/03/12745-1552203358.jpg
Прочитано: 1978     15:29     10 Март 2019    

Êzdî – miletekî êtnorêlîgîone û tê vê me’nê ku milet û dîn bal êzdiyan bûye yek. Hejmara wan li seranserê dinyayê bi hesabê ku hewcê piştrastkirinê ne digihêje 1 mîlyon merivan. Ew bi bingehîn li welatê xwe niştecîne – Êzîdxana Îraqê (qeza Şêxan, dorûberê Duhokê, Elqûşê, û çiyayê Şengalê), herwisa li Sûriya jî hene (mihefeza Hesekê, Qamişlo, Efrînê), li Tirkiyê kêm mane (dora Sêrtê, Mêrdînê, Nisêbînê, Wêranşehrê) û derketine li Almaniya. Ji bilî vê , li Kurdistanê mîrnişînên (îmaret) serbixwe hertim hebûn û desthilatdarên wan mîrên kurd bûn : Merwanî, EyûbÎ, Hesenwayxî û hw.d. Ji wan mîrnişînên kurdî îmareta Bohtan, Behînan (Amêdiye), Hekarî, Soran, Baban û Erdelan pir bi hêz bûn. Di çavkaniyên dîrokî-wêjeyî d diyar dibe ku kurd ji sedsala VII-ê li herêma Qavasiyaya Başûr xuya dibin. Tê zanîn , ku di salên 951-1176 bajarên Gence û Dvîn ku navendên giring yên welatê Ermenistanê bûn di bin hikûmdarîya malbata şedadîyên kurd da bû. Bingeha vê malbatê Mihemed Şedad bin Qartû danî bû. DI heman demê da li Azerbeycanê di salên 950-1070 malbata Revadiyan xwedan desthilat bû û ji dema xelîfeyên Ebasîyan yê pêşin hikûmadarîya Tewrêzê dikir. Divêt bête gotin ku di Gurcistana zemanê feodalî de ber derê qiralê gurcan, kurdan postên bilind kiribûn destê xwe. Di sedsalên XII-XIII-ê de du birayên esilkurd îvanê û Zekerîya Mxargrdzêlî (ji malbata Çemildirêjan) bi nav û serpereştiya Gurcistanê beşekgiring ji erdên Ermenistanê bi rê ve dibirin. Tê zanîn ku di sala 1270-1289 xanê monxolan li ser kursiya qiralê Gurcistana Rojhilat Dêmêtrê kurê Davîd VII-ê da rûniştandin.Ew di temenê xwe da biçuk bû û ji bo wî şîretkarê esilkurd atabegemîrspasalar Sedûne Mehkanaberdî ( bi gurcî Sadûn Mankabêrdêlî) hate destnîşan kirin. Cara pêşê Kurdistan di navbera Îrana sefewiyan û împeratoriya osmaniyan de di sala 1514-ê piştî şerê Çaldiranê hate dabeş kirin. Lê piştî şerê cîhanê yê yekem di navbera çar dewletên nûsazkiri yê navborî de hate parvekirin. Di salên navîn yê sedsala XIX-ê beşek ji kurdan kete bin hikûmdariya Rûsiyaya qeyserî. Kirdên ku li başûrê Qavkasiyayê cî û war bibûn pey karên bav û kalan diçûn û xwedan terş, pez û dewar bûn anku nîvkoçer bûn. Li Ermenistanê kurd bêtir li gûbêrnîya (parêzgeh) Surmelîyê, Eçmîadzînê û Alêksandropolê rûniştîbûn.  Yek ji civakên êzdiyaye mezin li Yekîtiya Sovêtê da hebû (Ermenistan û Gurcistanê), piştî hilweşandina kîjanî jî piraniya êzdiyan bar kir û çû li Rûsiya û Ûkraynê. Wisa jî civakên êzdiyaye mezin hene li dewletên Ewropa Rojava.Zimanê êzdiyaye zikmakî êzdîkîye (kurmancî ye), bi kîjanî jî berhêmên dînê êzdiyan hatine afirandin. Ev berhem – qewl û beyt in, ku dewlemendiya ziman û dînê êzdiyan didin kifşê û çavkaniya here giringin bona êzdiyan.

Nenihêrî wê yekê, ku êzdî û pareke kurdan bi kurmancî diaxivin, bi dewamiya sedê salan hestê êzdiyan yê taybet û cuda hatiye teşkîlkirin. Ewan stêrêotîpa rabûn û rûniştandinê ya taybet û cuda afirandiye, bûne civakeke girtî ku ser esasê kastên dînî avabûye. Êzdî bawermendên dînekî taybet in ku di nav zaniyaran da wek êzdîtî, êzdiyatî, êzîdîzm tê nas kirin. Koka vî dînî dighîje baweriyên kevnar yên Rojhilata Navîn, yên ku tevî fikrên derwêşiyê bûne û sedsala 12 da bi temamî hate teşkîl kirin. Anegorî têkstên êzdiyan, Xwedê bi rengê Şîxadî (Şêx Adî bin Misefir) xwe ji wan ra dahir kiriye.Hêjayî gotinêye, ku êzdî bi çavekî rêzgirtinê dînê din dinêrin û qedrê pêxemberên wan jî digirin. Gerekî bê gotinê, ku êzdî tenê ji dê û bav dibe êzdî, kes nikare dînê êzdiyan hilde.Derheqa dînê êzdiyan hûn zêde dikarin li ser malpera me di beşa “Çand, dîrok, dîn” bixûnin.

Тэги: ezdi   ezidi   yazidisinfo   historyofyazidis  

Êzdî – miletekî êtnorêlîgîone û tê vê me’nê ku milet û dîn bal êzdiyan bûye yek

2019/03/12745-1552203358.jpg
Прочитано: 1979     15:29     10 Март 2019    