Nûnera EU-ê li ser hêz û kêmasiyên Gurcistanê

2022/05/03-1652510637.jpg
Прочитано: 1628     14:00     14 Май 2022    

Cihgirê serokê rêvebirîya giştîya komisiyona Ewropa ya ji bo cîrantîya baş û dan û standinên di bareya berfirehkirina YE de Nîkolas Sendrovîç serxwebûna sîstema dadwerîyê û polarîzasyona siyasî li hember paşkevtina prosesa niha ya sepandina Gurcistanê bo endamîtîya Yekîtîya Ewropa bi nav kir.

Sendrovîç di 12ê Gulanê de di gotûbêjeke rêxistina ne hukûmî ya bi navê "Komela Parêzerên Ciwan ên Gurcistanê" de axivî û diyar kir ku "dewleta hiqûqê û serbixwebûna sîstema dadwerî pir girîng e, dema biryar da ku welatek amade ye ku tevlî EU bibe yan na."

Li gorî wî, komîsyona ku divê nêrînekê li ser serlêdana Gurcistanê ya ji bo endametiyê amade bike, "li ser pirsgirêkan - em bêjin - li ser siyasîbûna sîstema dadgeriyê û hejmara desteyên serbixwe" tê agahdarkirin.

"Ya ku di nava çend salên dawî de li Gurcîstanê qewimî, ev serxwebûn xurt nekiriye, lê belê ez berevajî vê difikirim." -Ev got.

Li gorî Sendrovîç, dema mijar dibe endametiya Yekîtiya Ewropayê, girînge welatên li hev bikin û biryarên 'bi awayekî asayî' bidin. Lê belê li gorî wî, çarçoveya siyasî ya heyî ya li Gurcistanê, tevkariyê li nîqaşên bi vî rengî yên normal ên li ser pêvajoya endametiya Yekîtiya Ewropayê nake.

Her wiha destnîşan kir ku "di hin merheleyan de" pêvajoya serlêdanê wê pêwîstî bi hilbijartineke diyar a siyasî hebe. ́ ́ Gurcistanê derfet heye û bi rastî jî derfeta rêvebirîya we û wezaretên we heye, heger îradeyeka siyasî hebe da ku evê biryara dijwar bike ́ ́. -Weha jî got.

Di heman demê de bal kişand ser hin qewetên Gurcistanê, ku li gorî wan, komîsyon wê nirxandina - aborî û rêveberiya cemaweriyê bike.

Li gor nûnerê EU, aborîya Gurcistanê "piranî" bi aborîya YEyê ra têkildar e û rêvebirîya wê ya giştî "têra xwe baş kar dike", ku ev jî encama çend reformane.

Di vê çarçoveyê de destnîşan kir ku Gurcîstan xwedî "civakeke sivîl a gelekî çalake."

 civil.ge

Тэги:

Nûnera EU-ê li ser hêz û kêmasiyên Gurcistanê

2022/05/03-1652510637.jpg
Прочитано: 1629     14:00     14 Май 2022    