Serokê encûmena pîrên Çeh serdana Gurcistanê kir

2022/05/7353-1651484180.jpg
Прочитано: 1839     11:00     02 Май 2022    

Serokê Senatoyê ya Komara Çehê Milos Vystrcil bi serdaneke fermî hat Gurcistanê. Ev yek ji aliyê servîsa çapemeniyê ya Parlamenta Gurcistanê ve tê ragihandin.
Li balefirgeha Tbîlîsî, mêvanê hêja ji aliyê Cîgirê Yekem yê Serokê Parlamentoya Gurcistanê Georgy Volsky û Serokê Koma Dostaniya Parlamentoya Gurcîstan-Çeh Irakli Chikovani ve hat cem hev
Di serdanê de wê Vystrchil bi Seroka Parlamenta Gurcîstanê Şalva Papuashvili re civînekê pêk bîne. Piştî wê jî wê daxuyaniyeke hevpar bidin çapemeniyê.
Serokê Senatoya Çekya jî wê bi nûnerên fraksiyonên mûxalefeta parlamenter, komên siyasî û piraniya parlamenteriyê re hevdîtinê bike.
Di nûçeyên qenala televîzyonê Imedi TV de hat ragihandin, Vystrcil wê di 3'ê Gulanê de beşdarî vekirina forûma kar a Çeh-Gurcîstan bibe.
Li gorî Daîreya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Gurcistanê, di çarçoveya forûma navbera nûnerên şîrketên Çek û Gurcistanê de wê civînên kar bên lidarxistin û di vê çarçoveyê de wê li ser derfetên nû yên meşandin û berfirehkirina kar, wergirtina razemeniyên nû agahî werin dayîn.
Tevî heyeta pê re wê Vystrçil biçe gundê Odzîsî yê xeta cihêbûnê ya bi herêma Tskhînvalî.

newsgeorgia.ge

Тэги:

Serokê encûmena pîrên Çeh serdana Gurcistanê kir

2022/05/7353-1651484180.jpg
Прочитано: 1840     11:00     02 Май 2022    