Kelly Degnan: Gurcistan hevkarê hêja yê NATO û Amerîkayê ye

2022/01/02-1642232026.jpg
Прочитано: 943     13:00     15 ЯНВАРЬ 2022    

"Em ê bê Ewropa behsa Ewropayê nekin, bêyî NATO'yê em ê behsa NATO'yê nekin û bêyî Gurcistanê em ê behsa Gurcistanê nekin. Mafê welatan heye ku hevkarên xwe yên aborî û ewlekariyê hilbijêrin." Sefîrê Bilind ê DYA yê Gurcîstanê -Kelly Degnan got.

Kelly Degnan ev şirove piştî guft û goya navbera wezîrê derveyê Gurcistanê David Zalkalîanî û alîkarê wezîra derveya Amerîka yê kar û barên Ewropa û Avrasya Karen Donfrîd kir û ev gotara han li balyozxaneya Amerîka ya li Gurcistanê çê bû.

Wekî ku Degnan destnîşan kir, ne diyar e çima Rûsya hewl dide ewlehiya Ewropayê xirab bike, dibe ku hewl dide bala Rûsan ji pirsgirêkên navxweyî dûr bixe an jî yekîtiya NATO-yê lawaz bike.

"Tevî hewldanên Rûsyayê yên niha û berê jî Ewropa hê bi hev re ye. Serokên Dewletên Yekbûyî, NATO û Ewropayê girêdana me ya hevbeş bi diyalog û dîplomasiyê re teqez kirin û her wiha tekez kirin ku pêwîst e Rûsya tedbîrên berbiçav ji bo bêbandorkirina aloziyan bigire da ku serkeftina dîplomasiyê bi dest bixe.

Di dewamkirina diyaloga bi Rûsyayê re em ê bi van prensîbên herî girîng bi rê ve bibin: Biryarên têkildarî endametiya NATO'yê xwe dispêrin her welatekî namzet û 30 hevalbendên NATO'yê. Mafê tu kesekî din nîne ku van biryaran bide û veto bike. Em behsa Ewropa bê Ewropa nakin, em bê NATO napeyivin û em bê Gurcistanê jî behsa Gurcistanê nakin. Kelly Degnan got mafê welatan heye ku hevkarên xwe yên aborî û ewlehiyê hilbijêrin.

Li gorî wê, prensîbên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî, zêdeyî 80 sal in aştiya hevpar û mezinbûna aboriyê ji civaka transatlantîk re tîne.

"Ev prensîbên ku lîderên Rûs gelek caran pê re li hev kirine. Divê em hemû bi tundî hewildana Serok Putin red bikin ku van prensîban bi serdestî, zordarî û kontrola Sovyetê biguherîne. Gurcîstan Rûsyayê baş nas dike, li ser bingeha dîroka we ya dirêj a têkoşîna serxwebûnê. Kelly Degnan got Gurcistan şirîkê giranbuha yê NATO û Amerîkayê ye û em ê bi hev re ji bo derbaskirina vê qeyranê bixebitin, berdewam bin ji bo avakirina Ewropayeke yekbûyî, azad û aştiyane."

apsny.ge

Тэги:

Kelly Degnan: Gurcistan hevkarê hêja yê NATO û Amerîkayê ye

2022/01/02-1642232026.jpg
Прочитано: 944     13:00     15 ЯНВАРЬ 2022    