Werzişvanê êzîdî kete deh herî pêşîn ên sala Ermenistanê

2022/01/54612-1641971787.jpg
Прочитано: 1877     12:30     12 ЯНВАРЬ 2022    

Di dawîya meha kanûna yekema sala par de dêrendazeka bi navê xelatkirina baştirîn werzişvanên Armeniya di sala 2021 de çê bû û tê de serokê wezîrên komarê Nikol Paşînyan xelatê werzişvanan kir û spasîya ewan destkevtên berçav kir û da xuyakirin, ku di sala 2021 de civaka Armeniyayî bi taybetî pêdivêyî serkevtinan bû.

Şervana Êzidî Malxaz Amoyan jî ket lîsteya 10 werzişvanên herî baş ên welêt. Di sala 2021'an de li Osloyê (Norwêc), Amoyan di güreşa Greco-Romayê de bû şampiyonê cîhanê. Werzîşvan serketina xwe diyarî gelên Êzidî û Ermenî kir. "Ez dibînim ku ji bo serketina min çiqasî bextewar in. Malxas bilêv kir ku ji bo rûmeta her du gelan bilind bimîne, di tûrnûvayên pêş de ez ê hewl bidim ya ji destê min tê bikim.

Fona xelatê ya pêşbirkê "10 werzîşvanên herî baş ên salê" 50 mîlyon dram (bi qasî 100 hezar dolarî) ye. Her werzişvanê ku ket dehê pêşîn dê 4 milyon dram bistîne û 1 milyon jî dê bide endamên karmendên wan yên rahênerîyê.

Тэги:

Werzişvanê êzîdî kete deh herî pêşîn ên sala Ermenistanê

2022/01/54612-1641971787.jpg
Прочитано: 1878     12:30     12 ЯНВАРЬ 2022    