Swêdên û Fransa wê li pey çekdarên DAIŞ'ê yên ku di sûcên li dijî Êzidiyan de cih digirin

2022/01/65120-1641886099.jpg
Прочитано: 2145     15:30     11 ЯНВАРЬ 2022    

Swêd û Fransayê, ji bo endamên DAIŞ'ê ji ber sûcên li gelê Êzidî kirine bên darizandin, ketin nava hewldanên hevpar.
Ajansa Yekîtîya Ewrûpa ya Hevkarîyê li Dadwerîya Tawanan (Eurojust) lêkolînên tawanên dijî Êzîdîyan koordîne dike ku alîkarîya welatan bike da ku zûtir agahî û delîlan biguherînin da ku berpirsîyarên tawan û jenosîdê werin dadkirin.
Rayedarên ku di tîma lêpirsînê ya hevpar de cih digirin, wê bi Tîma Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî re hevkariyê bikin.
Ev hewldanên lêpirsînê wê ji bo meqamên dadgeriyê yên li welatên din ên Yekîtiya Ewropayê yan jî welatên sêyemîn ên dixwazin dawî li bêcezahiştina terorîstên tevlî sûcên mîna koledarî yan jî şîdeta zayendî ya li hemberî endamên gelê Êzidî bûne, bînin.
Dema ku koma terorîst di Tebaxa 2014'an de Şengal bi dest xistin, Êzidî bûn qurbaniyên sûcên tirsnak ên DAIŞ'ê. Piştî darvekirina bi hezaran kesî, çekdarên DAIŞê bi giştî 6 417 êzîdî revandin, hema bêje nîvê wan hîn wenda ne.
Di Gulana 2021'an de paneleke lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî biryar da û got, "Delîlên zelal û piştrast hene ku sûcên ji aliyê DAIŞ'ê ve li dijî gelê Êzidî hatine kirin, bi awayekî zelal qirkirinê pêk tîne."

Mlêtê Êzidî

Тэги:

Swêdên û Fransa wê li pey çekdarên DAIŞ'ê yên ku di sûcên li dijî Êzidiyan de cih digirin

2022/01/65120-1641886099.jpg
Прочитано: 2146     15:30     11 ЯНВАРЬ 2022    