Rastiyên nû ji bo gelê Êzidî piştî trajediya 2014

2021/12/01-1640931111.jpg
Прочитано: 357     12:00     31 Декабрь 2021    

"Gelê Êzidî ji tevahiya cîhanê re vekirî ye û tiştekî wan ê veşêre nîne."

Tê zanîn ku Êzidî di civaka Iraqê de mirovên aştîxwaz û dostane bûn.

Di tevahiya dîrokê de civaka Êzidî ji ber nirxên kevneperest îzole bûye. Lê piştî 7 salan ji jenosîda ku DAIŞ'ê li Iraqê pêk anî, ev civak ji cîhanê re vebû û cîhan fêrî êzdiyên azadîxwaz bû.

Perestgeha Laleş ku li ser sînorê parêzgeha Dihokê ya bakurê Iraqê ye, ji bo gelê Êzidî pîroz tê dîtin. Gelek heciyên Êzidî diçin perestgeha Laleş ji ber ku divê her Êzidî herî kêm di jiyana xwe de carekê serdana perestgehê bike. Perestgeha Êzdiyan di demên dawî de bûye cihekî gelêrî yê geştiyaran.

Guhertinên di civaka Êzîdî ya Iraqê de

Di civaka Iraqê de Êzidî di mijara ol û rîtuelên xwe de bi sînorkirin û nepenîtiya xwe dihatin naskirin, lê piştî êrîşa DAIŞ'ê ya li ser Şengalê di sala 2014'an de ev kêmanî dîsa bal kişand. Çekdarên rêxistina terorîst êrîşî Êzidiyan kirin, mêr kuştin, jin û zarok kirin kole, ev trajedî ji aliyê rêxistinên navnetewî ve hate nixumandin, wekî parlamentoya Belcîkayê wek fermana.

Nêzîkî 240.000 Êzîdî niha li kampên penaberên li bakurê Îraqê dijîn ku piranîya wan di nav xizanîyeke zêde de dijîn.

Beriya qirkirina 2014 'an asta perwerdeya Êzidiyan ji dibistana seretayî derbas nebû, piştî trajediya ku bi serê Êzîdiyên Iraqê de hat piraniya kesên ku sax man neçar man ku di kampan de bijîn, rêxistinên ne hikûmî ku di warê perwerde û mafên jinan de bernameyan bi rê ve dibin, bi gelemperî li wir dixebitin û guhertinên di civaka Êzidî de li vir dest pê kirin.

Li gorî şêniyên Şengalê berê herêm hatibû tecrîdkirin, hemû saziyên perwerdeyê bi giranî ji bo nifûsa mêr dixebitîn. Niha li Şengalê dibistanên ajotinê ji bo jinan hene, gelek keçên Êzidî li zanîngehan dixwînin û îsal keçeke Êzidî bi navê Emîra Atto beşdarî pêşbirka Xatûna Iraqê ya sala 2021

Însiyatîfa Nadiya bi pêşengiya aktîvîsta Êzidî û qurbana koledariya DAIŞ'ê Nadiya Mûrad alîkariya jinên Êzidî dike ku perwerdeyê bistînin û derfetên kar peyda bikin û ev yek jî bandoreke girîng li civaka jinê dike Piştî tunekirina mezin a ku DAIŞ'ê bi ser Êzidiyan de anî, jin neçar ma ku însyatîfa ku ji bo Êzidiyan li Iraqê pir nû ye, bigire dest.

Hîna jî rêyeke dirêj li ser gelê Êzidî heye

Her çiqas guhertinên erênî di jiyana kêmnetewa Êzidî û bi taybet jinan de pêk hatibin jî, gelekan tekez kir ku divê gelek tişt werin kirin. Di vê çarçoveyê de karkerekî berê yê li kampeke li bakurê Iraqê diyar dike ku hê jî cudakarî li dijî kesên êzidî yên ku ji aliyê terorîstên DAIŞ'ê ve hatine kolekirin û destdirêjiya cinsî li wan hatiye kirin û vegeriyane malên xwe heye Li gorî wî " Êzîdî di dema şer û jenosîdê de modelên rolê bûn, eger çek ji wan hebûya, wan heta dilopa xwîna dawî şer bi dijmin re kir û niha ew modelên wêrekî û berxwedêriyê ne".

Deutsche Welle 2021

Тэги:

Rastiyên nû ji bo gelê Êzidî piştî trajediya 2014

2021/12/01-1640931111.jpg
Прочитано: 358     12:00     31 Декабрь 2021    