Koçberên li ser sînorê Belarûs û Polonyê asê mane diqerisin, lê hêviya xwe ya ji bo çûna Ewropayê winda nakin

2021/12/65320-1640849496.jpg
Прочитано: 987     12:30     30 Декабрь 2021    

Koçberên ji Iraqê yên li ser sînorê Belarûs-Polonyê asê mane, tevî gelek hewldanên neserketî yên ji bo avêtina ser sînor jî hêviya xwe ya ketina nava Yekîtiya Ewropayê winda nakin.
Yek ji wan jinên Êzidî yên ku li ser sînorin got: "Ez naxwazim vegerim Îraqê, jiber ku jiyan li wir zehmete, em bi berdewamî di bin tirsê de dijîn ku di her kêlîkekê de terorîstên DAIŞ-ê dikarin di nava konên me yên li kampên Îraq û Kurdistanê de bişkênin û me bikujin an jî me bibin koletiyê Ji blogên Êzidî yên xwecihî Gulya Zer a 35 salî ku penabera Iraqî ye got, jiyana me li wir ne ewle ye.
Li gorî Xaça Sor a Belarûsê, heta dawiya meha Kanûnê bi qasî 600 koçber li navenda lojîstîkê "Bruzgi" dijîn. Di nav wan de bi dehan malbatên Êzidî jî hene. Navenda lojîstîkê depoyek e ku kampeke çêkirî lê hatibû avakirin, nivîn û çadir li rêzên ku carekê konteynerên barkêşiyê lê radiwestiyan, hatin danîn. Rayedarên Belarûs û Xaça Sor a Belarûsê xwarin û pêdiviyên din ên bingehîn pêşkêşî penaberan kirin.
Her ku diçe germahî dadikeve binê sifirê, jiyana li ser sînor her ku diçe dijwartir dibe. Li depoya germ kirî hê jî ew qas sar e ku mirovên li hundir kincên xwe yên derve dernaxin.
Dema ku piraniya koçberan dibêjin ew dixwazin xwe bighînin Elmanyayê, hin penaber û koçber îdîa dikin ku ew amade ne li her welatekî bi cih bibin da ku neçar nebin vegerin Iraqê.
"Eger Belarûs, Rûsya, Polonya, Lîtvanya yan jî welatekî din mafê penaberiyê bide me, ez ê li hev bikim, ji bo me ti cudahî nîne. Penaberê Êzidî yê bi navê Bekir ê 30 salî ku ji Şengalê ye dibêje, "Ez ê ti carî venegerim Iraqê, li wir tiştekî me nîne, cihekî ku em vegerin nîne, paşeroja zarokên me li wir nîne."
Çend sed koçberên Iraqî berî niha jî ji belarûsê derkevtine li ser geştên valayîyên ku ji alîyê hukûmeta Iraqê ve dihên sazkirin û bêtir kes jî bi alîkarîya rêxistina nêvdewletîya NY ya koçberîyê dest bi vegerê dikin.
Lê belê hin koçber amade ne ku li benda depoyê dewam bikin, bi hêviya ku di dawiyê de xwe bigihînin Ewropayê, li ber birçîbûn û sermayê bisekinin.

Mlêtê Êzidî

Тэги:

Koçberên li ser sînorê Belarûs û Polonyê asê mane diqerisin, lê hêviya xwe ya ji bo çûna Ewropayê winda nakin

2021/12/65320-1640849496.jpg
Прочитано: 988     12:30     30 Декабрь 2021    