Iraq ji bo restorasyona Şengalê 28 milyar dînarê Iraqî vediqetîne

2021/12/5321-1640328991.jpg
Прочитано: 943     15:30     24 Декабрь 2021    

Serokwezîrê Iraqê Mistefa El Kazimî ragihand ku hikûmeta federal ji bo pêvajoya ji nû ve avakirina herêma Şengala ku nifûsa Êzidiyan lê dijî, 28 milyar dînar (nêzî 19 milyon dolar) veqetandiye.
Ofîsa Walîtiya Nineveh bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku Serokwezîr ferman daye ku komîteyek were avakirin da ku çavdêriya restorasyona navçeya Şengalê ya Êzidiyan bike Li gorî daxuyaniya çapemeniyê tê payîn ku Walî Necim El-Cebûrî bi xwe serokatiya komîteyekê bike ku tê de komek ji rayedarên herêmî hene û dê di pêşxistina pilaneke sererastkirina herêmê û binesaziya wê de berpirsyar be.
Ev hemû bûyer di demekê de tên kirin ku jiber nearamiya berdewam ya ku ji ber hebûna milîsên şîe yên alîgirê Îranê Heşda Şebî û çekdarên PKKê pêk hatiye heta niha rewşa Şangalayê nehatiye normalkirin.
Di bin sîwana Mîsyona Alîkariya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Iraqê (UNAMI) de hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal di Cotmeha 2020'an de li ser asayîkirina rewşa Şengala li hevkirineke fermî pêk anîn.
Lê belê, ji ber ku milîs û çekdarên Şîa yên ser bi PKK'ê ve derketina ji navçeya Êzidiyan red dikin, peyman hînê bi cih nehatiye anîn.

Mlêtê Êzidî

Тэги:

Iraq ji bo restorasyona Şengalê 28 milyar dînarê Iraqî vediqetîne

2021/12/5321-1640328991.jpg
Прочитано: 944     15:30     24 Декабрь 2021    