Gurcîstan û Japonya plan dikin ku dest bi danûstandinên bazirganiya serbest bikin

2021/12/03-1639812486.jpg
Прочитано: 1133     14:00     18 Декабрь 2021    

Di deh mehên destpêkê yên sala 2021'ê de, zivirîna bazirganiyê ya navbera welatan ji sedî 11 zêde bû.

Wezîra abûrîya Gurcistanê û geşepêdana berdewam Natîya Turnava ragihand, ku pêkanîna rejîma bazirganîya azad di navbera Gurcistanê û Japanê de dê derfetên nû ji bo xurtkirin û kûrkirina peywendîyên bazirganî û aborîyên navbera welatan biafirîne û dê bêtir îlhamê bide nûnerên bazirganîyê.

Tûrnava bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Japonyayê Honda Taro re civîneke li ser înternetê pêk anî û di civînê de eleqeya Gurcistanê ya ji bo destpêkirina danûstandinên li ser peymana bazirganiya serbest a navbera welatan anî ziman.

Di evê kombûnê de herdu alîyan behsa deverên pêşîn ên peywendîyên duqolî kirin

Serokê wezareta aborîya Gurcistanê hevkarîya navbera welatan a di biwarê investkarîyê de bi pozetîv nirxand.

Di destpêka vê salê de welatan peymana "Li ser lîberalkirin, piştgirî û parastina razemeniyên navbera Gurcîstan û Japonyayê" îmze kirin. Di belgeyê de ji bo mekanîzmayên parastina qanûnî ya razemeniyên li her du welatan, ku divê tevgera sermayeya taybet a navbera Gurcîstan û Japonya hêsan bike, teşwîqkirina însiyatîfa karsazan, alîkariya pêşvebirina bi bandor a çavkaniyên aboriyê û kûrkirina têkiliyên aboriyê tê dayîn.

Hat ragihandin ku di sê çaryeka sala 2021 'an de razemeniyên ji Japonyayê heta Gurcîstanê ji sedî 32 zêde bûne. Wekî din di bazirganiya dualî de zêdebûnek heye - di 10 mehên destpêkê yên sala 2021'ê de cinawira bazirganiyê ji sedî 11 zêde bû û îxracata ji Gurcistanê ber bi Japonyayê ve ji sedî 26 zêde bû.

Alîyan amadeyîya xwe ji bo beşdarîkirin di xurtkirina peywendîyên duqolî de dan nîşandan.

Gurcîstan û Japonyayê di 3ê Tebaxa sala 1992an de têkiliyên dîplomatîk danîn.

Japonya di warê pêşvebirina aborî, enerjî, derman, çandinî, veguhastin û binesaziyê de alîkariyê dide Gurcistanê.

sputnik-georgia.ru

Тэги:

Gurcîstan û Japonya plan dikin ku dest bi danûstandinên bazirganiya serbest bikin

2021/12/03-1639812486.jpg
Прочитано: 1134     14:00     18 Декабрь 2021    