Li Şengalê derxistina goreke din a komî ya Êzidiyan

2021/11/52105-1637650002.jpg
Прочитано: 1252     12:30     23 Ноябрь 2021    

Hefteya borî li Şengalê goreke din a komî hate vedîtin ku tê de bermahiyên 60 kesan hene û li gorî versiyona destpêkê ev bermahî girêdayî Êzdiyên xwecih in Gor ji aliyê komeke avahîsazan ve di pêvajoya daxistina erdê de hate vedîtin.
Ev mirov, ji sala 2014'an heta 2015'an li herêmên Êzidiyan Şengalê di dema paqijkirina etnîkî ya DAIŞ'ê de bi rengekî hovane hatin kuştin.
Rêveberê Rêxistina Êzidî ya bi navê Xêrî Elî ku sûcên DAIŞ'ê yên li dijî gelê Êzidî belge dike wiha got:
"Piştî zextên dijwar ji aliyê rêxistin, kesayetên olî û şêniyên Êzidî yên herêmê ve, komek ji Rêveberiya Gorên Komî gihîşt cihê goristanê û di heman rojê de mayîn rakirin. Dema lêkolînên li Bexdayê qediyan, ji bo amadekariya ji nû ve veşartinê em ê bermahiyan li Şengalê vegerînin."
Xeyrî tekez kir ku dê paşmayên hemû qurbanîyan ji bo lêkolîn û nasnameyan ber bi Baxdadê ve bihên veguhastin.
Di Tîrmeha sala borî de heman gora komî ya Êzdiyan hat dîtin, lê desthilatdaran hewl dan bi buldozerkirina tevahiya herêmê wê veşêrin, her wiha efserên îstixbarata Iraqê hewl dan ku şûnwaran bi awayekî neqanûnî ji goristanê di çenteyan de veguhêzin, lê niştecihên herêmê rê li pêşiya wan girtin.
Di roja 30 hezîranê de şandeke bilind ya Êzidiyan ku têde çend oldar û kesayetên navdar yên deverê hebûn serdana navendên îstixbarata Îraqê kir û derbarê protestoya Êzidiyan ya li dijî wan tiştên ku kiribûn de wan agahdar kir lê leşkerî bersiv da ku qaşo haya wan ji hebûna goreke bi kom tuneye.

bahzani.net

Тэги:

Li Şengalê derxistina goreke din a komî ya Êzidiyan

2021/11/52105-1637650002.jpg
Прочитано: 1253     12:30     23 Ноябрь 2021    