Wê çi bê serê penaberên Êzidî yên ku wê vegerin Iraqê

2021/11/89754-1637217687.jpg
Прочитано: 1011     12:30     18 Ноябрь 2021    

Îro ku dê evroj Iraqê yekem firrokeya taybetî bişîne Belarûsê da ku hevwelatîyên xwe vegerîne

Îro di 18ê Mijdarê de hikûmeta Îraqê yekem geşta taybet bo derxistina koçberên xwe ji Belarûsê bişîne Di nava van kesan de dibe ku penaberên Êzidî hebin, Wezareta Karên Derve ya welêt radigihîne.
Bi hezaran Iraqî ku di nav wan de bi dehan malbatên Êzidî û bi hezaran welatiyên Kurd jî hene, di nav wan koçberan de ne ku li ser sînorê Belarûs û Polonyayê asê mane û hewl didin rêyekê bibînin ku derbasî nava Yekîtiya Ewropayê bibin. Hikûmeta Iraqê beriya niha diyar kiribû ku ew amade ne koçberên ku serlêdana vegera bi dilxwazî li welatê xwe kirine, vegerînin.
Penaberên Êzidî ti cihekî ku vegerin nîne, piraniya bajar û gundan di bin xirbe de ne. Li kampên ku penaberên Êzidî lê dijîn, di pratîkê de karesateke însanî heye. Xwarin, av, binesazî, rê, nexweşxane, dibistan, kreş, kar ji bo gelê Êzidî nîne. Piraniya alîkariyên însanî yên ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve ji bo penaberên Êzidî hatine şandin, beriya bigihêjin Êzidiyan ji aliyê Weqfa Barzanî ve tên dizîn.
Li gorî çavkaniyên me tiştên li kampên ku malbatên DAIŞ'iyan lê dijîn pir baştir e, endamên malbatên terorîstan bi temamî ji aliyê sponsor û xêrxwazên biyanî ve tên destekkirin, bi awayekî pratîk hewcedariya wan bi tiştekî tune ye.
Hikûmeta Iraqê hewl dide bi hemû sozên gengaz û ne pêkan penaberan vegerîne Iraqê.
Sekreterê rojnamevanîyê yê wezareta derveehmed Sehef ji rojnamevanan re ragihand, ku dê evroj firrokeya yekem a ber bi Belarûs ve bihê encamdan û hukûmeta Iraqê amade ye hemû alîkarîyên pêdivê ji bo rizgarkirina hemû hevwelatîyan pêşkêş bike.
Tê gotin, tevî ku şert û mercên li sînorên Yekîtiya Ewropayê nebaş dibin jî, koçber dikarin bi tenê bi dilxwazî vegerin malê, ji ber ku derbasbûna wan a derveyî qanûnî ya nava YE ji bo welatên Ewropayê nayê qebûlkirin.
Berdevk bilêv kir ku hikûmeta federal ji bo piştgiriya koçberan 300 milyon dînarê Iraqî (zêdetirî 205 hezar dolar) terxan kiriye.
Di destpêka vê mehê de Iraqê neçar ma ku destûra kar a konsolosxaneya Belarûsê ya li Bexda û Hewlêrê betal bike û her wiha ji bo pêşî li berhevkirina koçberan a li sînorên Yekîtiya Ewropayê bigire, hemû seferên balafiran ên çûn û hatinê yên Mînskê sekinand.
"Ewropa wê nîşanî mirovahiyê bide û deriyên Yekîtiya Ewropayê li penaberan veke? Li ser sînorê Belarûs û Polonyayê wê çi bi serê penaberên Êzidî were?" - Mixabin hê kes nikare bersivên şênber bide van û pirsên din.

Тэги:

Wê çi bê serê penaberên Êzidî yên ku wê vegerin Iraqê

2021/11/89754-1637217687.jpg
Прочитано: 1012     12:30     18 Ноябрь 2021    