Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê

2019/03/50947-1552127549.jpg
Прочитано: 3737     18:19     09 Март 2019    

Elimdarê êzdiyaye mezin Feqîr Hecîyê Feqîr Şemo (1928 - 2019) çû ber rehma Xwedê.

Beni admo hezar salî temam key,

Mîratyê li şerq heta bi şam key

Dumahîkê her tê ji kasa mirinê tam key "

Serxweşi

Bi dileki xem û kovan me nûçeya koça dawiyê ya Elimdarê êzdiyaye mezin Feqîr Hecîyê kûre rahmetiyê Feqîr Şemo vê sibehê bihîst, kû di 93 saliya xwe de emrê Xwedê kiriye.

Serokatiya Mala Êzîdîyan Oldenburg bi navê xwe û tevahiya endamên xwe, ji ber nûçeya koça dawî ya elimdarê êzdiyaye mezin rahmetiyê Feqîr Hecîyê Feqîr Şemo, xemgîniya xwe nîşan dide û serxweşiyê dide hemû neferên malbata rahmeti û hêvî ji Xwedê dike kû ciyê wî bihuşt be.

Şahap Dag

Serokê Malê

Dr. Eskere Boyik

Serokê Navenda Lêkolinen Êzdinasyê

××××××××

Biyografi: Feqîr Hecîyê Feqîr Şemo sala 1928 li gundê Gabara kû dikeve qeza Şêxan ji binemaleke mirida (Reşî) hatiye dinyayê.

Di destpêka salên 30î malbata Feqîr Şemo mecbûre gundê xwe vala bike û li gundê Baadrê akincî dibin.Wi wextî Feqîr Şemo dibe Serderiyê Miçewrê Mitbexçiyê Mala Siltan Şîxadi li Lalişa Nûrani.

Salên 40î Feqir Hecî biryar dide kû xwe bi temami bike xizmeta olê û Mala Şîxadi û dibe Dewrêşê Şîxadi. Bona vê yekê libasê heri pîroz Xerqe li xwe dike û Jiyana wi ya Feqirtiyê destpêdike. Ji virde ew tevli gelek rê û rismên êzditiyê u derbaskirina wan li Lalisha Nûrani dibe.

Di Cimaya Şîxadi ew dibe serkêşê Semayê (Dilana Pîroz ya Olî).

Di dema gerana Qewalan bi Tausa Enzel di nava Êzîdiyan, ew dibe xizmetkar û bi Qewl, Beyt û Nesihetan dibe Şrovekar û Şiretkarê milet.

Di rojên Şinan (Taziyan) ew bi ûlmê xwe dibe rêvabirê merasiman.

Rahmetiyê Feqir Hecî li gelek Hostayên mezin di xortaniya xwe digere bona hînbûn, fêrbûn û kûrbûna ulmê Şîxadi.

Di nava wan Hostayên mezin û bi nav û deng hebûn rahmetiyê Bavê Cawiş - Pir Carût û Kocek Sadiq ji Başik û Bahzanê.

Sala 1950î ew dibe Miçewrê Mala Şîxadi.

Rahmetiyê Feqir Hecî ji 100 û zêdetir tekstê olî wek Qewl, Beyt, duah, Lavij, Payezêmok, Xizêmok, Qesîde, Nesahbet, Xeribok li ser singê xwe xwey kiribûn û dizani.

Disa ji kûbri û melodiya van tekstên olî bi rengê orjinal li ba wi dihate xwey kirin. Ew disa Çirok û Serhatiyên Xasan û Babçakê Êzîdiyan dizani û bi gotin û Qewl shrove dikir.

Ew di zanina ola êzdatiyê yek ji zanayê heri peşi bû yek ji wan oldarê yekemin bû ku zanina xwe bona xwendevanên Êzîdiyan parve kir û qebûl dikir kû bête nivisandin.

Salên 70î gelek lêkolinvan û rewşenbirê Êzîdiyan li wî bûn mêvan û ew zanina wi bi deng û kamira hate tomarkirin û arşivkirin.

Disa bi mal û komelên li Welat û dervey Welat runiştandin bi Feqir Hecî hatin kirin û zanina wi hate nivisandin û dokûment kirin. Rewşenbirê kû Feqir Hecî zanina xwe da wan Adil Qewwal, Pir Xidir, Abû Azad, Kemal Tolan, Sediq Baasi, Dr. Eskerê Boyik, Ido Babasheik, Dr. Xelil Cindî, Pir Dima û gelek yên mayin ji bûn.

Bi xêra kûrê wi niviskar Bedel Feqir Hecî hemû xizina li ba wi hate nivisandin û ew bû cavkaniya gelek kitêbên li ser Êzîdiyan.

Sala 2000 ew çara yekemin ew hate almaniya bona kongra yekemin ya êzîdîyan ya Çihani kû bi Riya GfbV û komela EziA li bajarê Hannover hatibû amadekirin.

Ew li bajarê Oldenbûrg ji bû Mêvan û bi kamira Sayid Yenirce hevpeyvinek li ser Qewl û Beyta hate tomarkirin.

Li Lalisha Nûrani ew bona mêvanan dibe rêberê geliyê Lalişê.

Filimê Yekemin kû Sabriyê Cemil sala1988 bona êzîdiyen Almaniya hazir kiribû zêde Feqir Hecî bi zanina xwe rolê xwe leyist û bû sebeba fêhmkirina êzditiyê.

Тэги: yazidisinfo   yazidis   езиды   историяезидов  

Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê

2019/03/50947-1552127549.jpg
Прочитано: 3738     18:19     09 Март 2019    