Veguhastina giştî li Gurcistanê dest bi karê xwe kir

2021/09/9804-1631520390.jpg
Прочитано: 892     14:00     13 Сентябрь 2021    

Li pênc bajarên mezin ên Gurcistanê - Tbîlîsî, Batûmî, Rustavî, Kûtaîsî û Zugdîdî, piştî navbereke mehekê îro ji nû ve dest bi kar kir.

Biryara ji nû ve destpêkirina trafîkê, ji aliyê Konseya Koordînasyonê ya Navbera Wezaretê ya Têkoşîna li dijî Koronavîrûsê ya ser bi Serokwezîrê Gurcîstanê ve di 7'ê Îlonê de hatibû dayîn.

Danê sibehê ji rêwiyan re metro, mînîbus û otobusan, her wiha bi qebloyan xizmet hat kirin.

Rêzikên rêwîtîyê wek hev dimînin - rêwî bêyî maske nahêlin veguhêzin, mecbûrî ye ku mesafeyeke civakî bişopînin. Rayedar soz didin ku wê li gorî pîvanên ewlekariyê bi teqezî bişopînin.
Li Gurcistanê veguhastina giştî ji xwe di dema pandemîkê da çar caran kar sekinand. Di destpêkê de, ev pîvan ji Adarê heta Gulana 2020'an di meriyetê de bû. Rayedar her wiha ji Mijdara 2020'an heta Sibata îsal neçar man karê metro, otobus û mînîbusan bisekinîne û piştre biharê - ji 3 heta 13 'ê Gulanê bisekinîne.

Vê carê, ji ber rewşa epîdemîolojîk a tûj, ji 14 'ê Tebaxê û vir ve karê veguhastinê yê şaredariyê li bajarên mezin hatiye rawestandin.

Ev biryar bû sedema nerazîbûnan - welatiyan gelek caran gilî kirin ku zehmet e ew bêyî otobus û mînîbusan û li Tbîlîsî jî bêyî metro bixebitin.

Di destpêkê de hat ragihandin ku operasyona veguhastinê wê di 4'ê Îlonê de ji nû ve destpê bike, lê piştre dema dawî hat dirêjkirin.

newsgeorgia.ge

Тэги:

Veguhastina giştî li Gurcistanê dest bi karê xwe kir

2021/09/9804-1631520390.jpg
Прочитано: 893     14:00     13 Сентябрь 2021    