Fransayê hurmetê dide bîranîna Jean-Paûl Belmondo

2021/09/54444-1631267795.jpg
Прочитано: 885     14:00     10 Сентябрь 2021    

Li Fransayê ji Jean-Paul Belmondo ra xatir dixwazin. Siyasetmedar, hunermendên navdar û stêrkên sporê jî di nav de bi hezaran kes hatin merasîma cenazeyê ya li Parîsê.
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron li merasîmê axivî û Belmondo bi navê "stêrkeke bêhempa ya sînemaya Fransayê" bi nav kir.
Macron got, "Em ji Belmondo hez dikin, ji ber ku ew jî mîna me ye."
Li gorî serok, lîstikvan mohreke nayê jibîrkirin li ser karê gelek sînemagerên Fransî hiştiye.
Bi hezaran kesî li gel lîstikvanê xwe yê favorî li ser ekranên mezin ên li kolanê hatine bicihkirin, merasîma oxirkirinê temaşe kirin.
Cenazeyê stêrka fîlman a Fransayê Jean-Paûl Belmondo wê îro 10 'ê Îlonê pêk were. Cenaze wê li dora malbateke teng were danîn.
Jean-Paûl Belmondo 6 'ê Îlonê di 88 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Kariyera fîlman a lîstikvanan nîv sedsalekê ye. Di zêdetirî 80 fîlmên cureyên cûrbecûr de derketiye holê. Belmondo bi saya wêneyê "Profesyonel" populerîyeka taybet qezenc kir. Di sala 1989 'an de xelata herî bilind a Akademiya Fîlman a Fransî - "Cesar" wergirt ji bo rola sereke di fîlmê "The Darling of Fate" de.
Di Festîvala Fîlman a Cannesê ya 2011'an de Belmondo ji ber tevkariya xwe ya ji bo pêşvebirina sînemayê xelata Palme d'Or wergirt.

1tv.ge

Тэги:

Fransayê hurmetê dide bîranîna Jean-Paûl Belmondo

2021/09/54444-1631267795.jpg
Прочитано: 886     14:00     10 Сентябрь 2021    