Delegacia şandeyeka kongiresa Amerîka gihijt Gurcistanê

2021/09/54000-1630919004.jpg
Прочитано: 856     14:00     06 Сентябрь 2021    

Evroj kombûnên di çarçêweyê serdana şandeyeka kongiresên Amerîka de li Bajêrê Tiblîsî dest pê dibin û wezareta derveya Gurcistanê jî ragihand
Ev şandeya han ji endamên kongiresê pêk dihê: Alex Xavier Moon (West Virginia), Brian George Steele (Wisconsin), Kelly Michael Armstrong (Dakota Bakur), Carol Devin Miller (West Virginia) û Ronald Gene Estes (Kansas).
Kongrevan dê sê rojan li Gurcistanê bimînin- heta 9ê Îlonê
Mijarên sereke yên hevdîtinan wê mijarên ewlekarî û hevkariya stratejîk a navbera her du welatan bin.
Wezareta Derve ya Gurcistanê radigihîne ku endamên kongresê ku nûnertîya komîteyên cuda yên kongresê dikin dê ligel Serokwezîr Irakli Garibashvili, Wezîrê Derve David Zalkalîanî, Wezîrê Berevanîyê Juansher Burchuladze û Wezîra Aborî û Pêşvebirina Domdar Natia Turnava hevdîtinan pêk bînin.
Kombûnek li parliyamenta Gurcistanê û geşteka ji bo xeta cudabûnê ya nêzîkî devera Tskhinvali jî dihê plankirin.
Ew kongireyên ku gihîjtin Gurcistanê hevkar in ji bo ewê yekê ku "qanûna piştevanîya Gurcistanê" ya ku ji alîyê encûmena nûnerên Amerîka ve hatiye destpêkirin.
Ev serdan ji alîyê Komeleya Dostanîya Amerîka û Gurcistanê ve hat sazdan. Wezareta derve di daxuyannameyekê de ragihand, ku di evê şandeyê de serokê komeleyê û konsulê şanazîyê yê Gurcistanê yê li San Diego Melor Tsipuria jî heye.
"Serdana Kongirêsên Amerîkayê bo Gurcistanê bûyereke girîng e, bi taybetî li hember paşxaneya tiştên ku li herêmê diqewimin û ne tenê Bi awayekî xwezayî, em ê vê serdanê bi kar bînin da ku pirsgirêkên ewlekarîyê bi hevalên xwe re gotûbêj bikin, û em ê bi hûrgilî li pirsgirêkên ku li welatê me rû bi rû ne binêrin. Serokê Komîteya Entegrasyona Ewropayê ya Parlamantoyê Maka Bochorishvili got: "Ev axaftin dê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re ku ji bo Gurcistanê xwedî girîngiyek mezin e, bi taybetî jî li hemberî paşxaneya bûyerên heyî girînge."
Têkiliyên dîplomatîk ên navbera Gurcîstan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di sala 1992 'an de hatin avakirin. Di sala 2009 'an de her du welatan Peymana Hevkariya Stratejîk îmze kirin û di çarçoveya vê peymanê de Komîsyona Hevkariya Stratejîk a navbera DYA û Gurcîstanê hat avakirin.

newsgeorgia.ge

Тэги:

Delegacia şandeyeka kongiresa Amerîka gihijt Gurcistanê

2021/09/54000-1630919004.jpg
Прочитано: 857     14:00     06 Сентябрь 2021    