Peymana li ser rêwîtiya bê vîze ya welatiyên Gurcîstan û Makedonya  ket meriyetê

2021/09/9440-1630574594.jpg
Прочитано: 923     14:00     02 Сентябрь 2021    

Peymana navbera hikûmetan a li ser rêwîtiya bê vîze ya welatiyên Gurcîstan û Makedonya Bakur, ket meriyetê. Ev yek roja Çarşemê li ser Twîtterê ji aliyê Serokê Wezareta Karên Derve ya Makedonyaya Bakur Buyar Osmanî ve hate ragihandin.
Peymana li ser betalkirina rejîma vîzeyê ya ji aliyê Makedonya Bakur û Gurcîstanê ve hat îmzekirin, îro ket meriyetê. Osmanî weha jî da xûyakirin, ku destpêka serkevtina beşeka nû di peywendîyên duqolî de û pêngaveka ber bi kûrkirina hevkarîyê bi giştî ve ye.
Hevtayê wî yê Gurcistanê, Cîgirê Serokwezîr David Zalkalîanî tekez kir ku cîbicîkirina rêkeftina gera bê vîze hevkarîya navbera Gurcistanê û Makedonyaya Bakur tîne asteke nû.
"Rêkeftina rêjîma bê vîze di navbera Gurcistan û Makedonyaya Bakur de ket meriyetê, ev jî hevkariya me digihîne asteke nû û deriyên nû ji bo berfirehkirina têkiliyên di navbera her du welatan de vedike! Gurcistan û Makedonyaya Bakur pîroz be!", Zalkalîanî li ser Twîtterê nivîsî.
"Peymana li ser destberdana ji wezîfeyên vîzeyê yên di navbera her du komaran de" di meha Gulana îsal de di serdana fermî ya Serokdewletê Gurcîstanê Salome Zurabishvili ya li Skopjeyê de hat îmzekirin. Di heman demê de "Metna hevkariya di warê çandê de bi Komara Bakurê Makedonyayê re" hat weşandin. Li gorî Zurabishvili, ev her du belge wê xizmetê ji kûrkirina hevkariya di warê tûrîzm, çand û aboriyê de bikin.

newsgeorgia.ge

Тэги:

Peymana li ser rêwîtiya bê vîze ya welatiyên Gurcîstan û Makedonya  ket meriyetê

2021/09/9440-1630574594.jpg
Прочитано: 924     14:00     02 Сентябрь 2021    