Malbatên Êzidiyên mirî ji bo dîtina aqûbeta xizmên xwe yên winda banga çalakiyê kirin

2021/02/65406-1614243973.jpg
Прочитано: 1000     15:30     25 Февраль 2021    

Malbatên qurbaniyên Êzidî yên sax bûne, ji bo dîtina aqûbeta xizmên xwe yên winda banga çalakiyan dikin.

"Di sala 2014 'an de DAIŞ'ê dest bi kampanyayeke birêxistinkirî ya ji bo jinavbirina Êzidiyan bi nijad û ol kir. Di sala 2016 'an de Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyê tiştên ku bi serê Êzidiyan de hatî weke jenosîd nas kir.

Sala 2021an heftemîn sala jenosîda li dijî Êzîdiyan e, sala heftan a endamên malbatê ji hev veqetiyane, ji bo hin kesan wenda û nediyariya li ser çarenûsa hezkiriyên xwe Malbatên Êzidî û civak ji ber bêçalakîbûna civaka navneteweyî ya di domdar de bi fikar in. Eger heta roja îro rehîne di destê terorîstan de bimînin, ev yek tê wateya dewamkirina sûcên DAIŞ'ê yên li dijî gelê Êzidî.

Ji bo dîtina Êzîdiyên winda ti hewldaneke berfireh a navneteweyî û hikûmetê nehatiye kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, em weke êzîdiyên saxkirî, malbatên wendayan, çalakvan û kesên ku destê wan di rizgarkirina , Êzîdiyên dîl girtî de hene û rêxistinên ku piştgiriya êzdiyan dikin, bang li hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her wiha civaka navnetewî dikin ku ji bo dîtina wendayan û eşkerekirina çarenûsa Êzîdxana wenda çalakiyan li dar bixe."

Тэги:

Malbatên Êzidiyên mirî ji bo dîtina aqûbeta xizmên xwe yên winda banga çalakiyê kirin

2021/02/65406-1614243973.jpg
Прочитано: 1001     15:30     25 Февраль 2021    