Rojnamevanê Elman-Êzidî Fermana Merîtê li Elmanyayê xelat kir

2021/10/7890-1633416462.jpg
Прочитано: 1405     12:30     05 Октябрь 2021    

Rojnamevana Êzidî Dûzen Tekkal, ji ber tevkariya xwe ya li civaka Elman hêjayî xelata herî bilind a Elmanyayê Fermana Merîtê an jî "Bundesverdienstkreuz" hat dayîn.
"Ji bo çalakiya xwe ya li dijî qirkirina Êzidiyan, ji bo parastina xwe ya jinên ji destê DAIŞ'ê ji esaretê rizgar bûn û ji ber ku çarenûsa civaka Êzidî bêhtir xuya kir, ez hêjayî Fermana Merîtê (Bundesverdienstkreuz) hatim dîtin. "Bundesverdienstkreuz" ji aliyê Serokkomar ve tê xelatkirin û ev yek fermana herî bilind e ku dikare li Elmanyayê bê xelatkirin. Di hevpeyvînekê de ligel kenala televizyona Kurdistan 24 gotîye, ez gelek bextewar û spasdar im ku min ew wergirtîye.
Fermana Merit di sala 1951 de ji alîyê serokê Almaniya Theodor Heuss ve hat damezrandin û xelata herî bilind e ku Elmaniya dikare ji bo destkevtên berçav di biwarên siyasî, aborî, kulturî, rewşenbîrî yan rûmetî de destkevtên mezin bide kesan.
Di twîtterê de wiha nivîsiye: "Ez spasiyên xwe pêşkêşî her kesî dikim ku bi karê xwe bawer in û her kesê ku derfet da min ku ez di parastina civaka sivîl de biaxivim." Ev xelat ne tenê aîdî min e, di heman demê da aîdî dê û bavê min û gelek kesên din e ku piştgirîya min dikin.
Tekkal di sala 1978 'an de li bajarê Hanover ê Elmanyayê ji dayik bû û bû rojnamevan û aktîvîstekî mafên mirovan, her wiha bû serokê niha yê rêxistina HAVAR'ê.
Dokûmantera bi navê "Havar" (alîkarî): Rêwîtiya min a ber bi fermana ve diyarî qirkirina Êzidiyan e ku di wê demê de bi hezaran mirov bi rengekî hovane hatin kuştin, revandin û firotin destê DAIŞ'ê, ji Tebaxa 2014'an û pê ve destpê kir.
Berî filmê Tekkal, yek ji rojnamevanên pêşî bû ku hevpeyvînek bi kesê êzîdî û xwediyê Xelata Nobelê Nadia Murad re kir. Di encamê de jî di dema merasîma tayînkirina Murad weke sefîrê Niyeta Baş a ya sala 2016 'an de ji bo Neteweyên Yekbûyî hatibû vexwendin.

Êzdîna





Тэги: